Foden weke baştirîn yarîzan di Premier League de hat hilbijartin
Welat TV - Hewlêr
Yarîzanê tîma Manchester City a topa pê Phil Foden weke baştirîn yarîzan di werza 2023/2024 a Premier League de hat hilbijartin.
Îro rûpela fermî ya Premier League li ser tora civakî ”Facbook” yarîzanê Inglîzî yê 23ê salî Phil Foden weke baştirîn yarîzan di werza îsal de ragihand.
Foden îsal, 34 yarî di Premier League de li gel tîma xwe lîstine, 2781 xulek lîstiye, 17 gol tomar kirine serbarî 8 asîstan.
Phil Foden di vê werzê de, 51 yarî li gel City di hemû pêşbirkan de lîsiye, tê de 25 gol tomar kirine û 11 asîst pêşkêş kirine.