ENKS êrîşên li ser hêlên xazê û karmendên elektirîkê şermezar kirin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS kiryarên têkdana hêlên xazê û êrîşa li ser karmandên kompaniya elektirîkî şermezar kirin, û banga lêkolînên zela û sizedana encamdran kir.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS di daxuyaniyekê de teqandina hêla xazê li devera Şola li gundewarê Dêra Zorê ya 28 Êlûnê, êrîşa li ser vaneke karmendên kompaniya elektirîkê li Misyafê di 30 Êlûnê de, her weha êrîşa li hêla xazê li westgeha Tişrîn li Gundewarê Şamê ku 1 vê meha Cotmehê de hatibû encamdan, şermezar kirin.
Enûmena Niştîmanî got jî, êrîşên li ser sazî û avahiyên xizmetguzariyên giştî dibin rêgir li pêşiya dubareavakirinê û barê welatiyan jî girantir dike.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de daxwaza lêkolînên zelal û sizedana encamderan, her weha rêkarên parastina sazî û avahiyên giştî kir.