Wezareta Werziş û Ciwanan navê (Kobanî) bo yaneya Kobaniyê pejrand
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Werziş û Ciwanan a Sûriyê navê (Kobanî) bo yaneya Kobaniyê pejrand.
Wezareta Werziş û Ciwanan îro di biryara jimare 962 de, navê (Kobanî) bo yaneya Kobaniyê pejrand ku berê di tomarên hikûmetê de bi navê “yaneya Eyn Ereb hatibû pejrandin”.
10ê Tebaxê jî, li gorî biryara jimare 674 a Wezareta Werziş û Ciwanan a Sûriyê encûmena birêvebir a Yaneya Kobaniya ya topa pê hate avakirin, wê demê navê yaneyê “Eyn Ereb” hatibû nivîsandin
Encûmena birêvebirina Yaneya Kobaniyê 7 kesan li xwe digire, Mezlûm Elî serokê yaneyê ye û 6 mayî jî endamên encûmena wê ne.