Şandeke ENKS û parêzgarê Hesekê civiyan

Şandeke ENKS û parêzgarê Hesekê civiyan

Welat TV - Hewlêr 

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ENKS, seredana parêzgarê Hesekê kir, û dawîn rewşa xizmeguzarî li bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê her weha hejmarek doseyên girêdayî peydakirina aramî û seqamgêriyê li deverê gotûbêj kirin.

Parêzgeha Hesekê di daxuyaniyekê de diyar kir ku îro Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bi serokatiya Mihemed Ismaîl û Parêzgarê Hesekê civiyan.

Di civîna ENKS û parêzgarê Hesekê de, dawîn rewşa xizmetguzarî li parêzgehê her weha temamkirina proseya tevlîbûnê û doseyên girêdayî peydakirina aramî û seqamgêriyê li parêzgehê û bihêzkirina pêkvejiyanê hatin gotûbêjkirin.