Serok Barzanî û Sûdanî rewşa siyasî li Iraq û deverê gotûbêj dikin

Serok Barzanî û Sûdanî rewşa siyasî li Iraq û deverê gotûbêj dikin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrên berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Pîrmamê civiyan.

Baregeha Barzanî got, di civînê de rewşa siyasî li Iraq û deverê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser avakirina hikûmeta nû hat kirin.

Baregeha Barzanî diyar kir ku, civînê ronahî xist li ser budceya giştî, pesendkirina yasayên pêwîst û çareserkirina hemû pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.