Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî û şêwirmendê serokê Sûriyê Mezlûm Ebdî pêşeroja Kurdan li Sûriyê û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.
Serok Barzanî û şêwirmendê serokê Sûriyê Mezlûm Ebdî îro li Hewlêrê civiyan û hejmarek mijar gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî nêrîn derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Sûriyê û deverê bi hev guhertin.
Daxuyaniyê diyar kir ku civînê ronahî xist ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê, rêya diyalogê û hewlên bo çareserkirina pirsgirêkan û misogerkirina seqamgîiyê.