Hikûmeta Sûriyê: Welatiyên Kurd dikarin ji 18 - 29 Cotmehê rêkarên vegerandina regeznameyê temam bikin

Hikûmeta Sûriyê: Welatiyên Kurd dikarin ji 18 - 29 Cotmehê rêkarên vegerandina regeznameyê temam bikin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya giştî ya karûbarên sivîl li Sûriyê heyema 18 ta 29ê vê mehê destnîşan kir da ku welatiyên Kurd ên ku mersûma jimare 13 wan li xwe digire, daxwaznameyên vegerandina regeznameyê temam bikin.

Rêveberiya giştî ya karûbarên sivîl diyar kir ku ev heyama destnîşankirî derfeteke ji bo welatiyên, ku rêkarên qonaxa duyem a vegerandina regeznameyê temam nekirine, temam bikin.

Rêveberiya karûbarên sivîl 5 cih ji bo temakirina rêkaran destnîşan kirin ew jî ev in:

*Qamişlo – Li navenda bajêr

*Hesekê – Li encûmena xwecihî

*Şam – Li rêveberiya karûbarên sivîl li kolana şoreşê 

*Heleb – Li bazineya çarem a karûbarên sivîl li hember hotêla Şîraton

*Reqa – Li rêveberiya karûbarên sivîl

Proseya vegeranidna regeznameya Sûrî bo Kurdan di van qonaxan re derbas dibe, di qonaxa yekem de, welatî dawaznameyên xwe û belgeyên pêwîst pêşkêş dikin û di qonaxa duyem û piştî wê de jî hevdîtin bi welatiyan re tên encamdan û daxwaznameyên wan tên nirxandin, lê gelek welatiyên Kurd ji ber gelek sedeman weke koçberiya gelekan ji wan bo derveyî welêt, nikaribûn dawaznameyên vegerandina regeznameyê pêşkêş bikin.