Geştên esmanî yên rasterast di navbera Heleb û Mosko de 18ê mehê dest pê dikin
Welat TV - Hewlêr
Geştên esmanî yên rasterast di navbera Heleb û Mosko de 18ê vê mehê dest pê dikin.
Desteya giştî ya balafirvaniya sivîl a Sûrî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêlên esmanî yên Sûriyê ji 18ê vê mehê ve dest bi geştên xwe yên rêxistinkirî û rasyerast di navbera Heleb û Mosko dike.
Daxuyaniyê da zanîn ku ku ev gav dikeve di çarçoveya bihêzkirina girêdana esmanî di navbera Sûriyê û Rûsyayê de û zêdekirina bijardeyan li pêş rêwiyan.
16ê Gulana bûrî, yekem balafira sivîl ji Şam gihişt Mosko, ew geşta esmanî ya rasterast hat piştî sal û nîvekê ji rawestiyanê, ku piştî hilweşîna rêjîma Esed di Berçileya 2024an de geştên esmanî yên rasterast di navbera herdu welatan de rawestiyan.