6 welatiyên ji gundewarê Çil Axa bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê ser rêya Duhokê

Welat TV - Hewlêr

3 kes ji yek malbatê ji nişteciyên kampa Kewirgoskê di bûyereke çûnûhatinê de li ser rêya Duhokê bûne canên xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Îro otombîla malbata Ebdilezîz Derwîş ji nişteciyên kampa Kewirgoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, li gundê Qoş ji rê derket û wergeriya.

Di wê bûyerê de, Ebdulezîz Derwîş, hevjîna xwe û kurê xwe Mihemed ê 18 salî canên xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn, kesên birîndar bo nexweşxaneyeke Duhokê hatin veguhestin û rewşa wan a tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Malbata Ebdilezîz Derwîş ji gundê Tokil ê Dêrikê ye û ev çend sal in li Herêma Kurdistanê dimîne.