ENKS bo revenda Kurdî: Beşdariyê di xwepêşandanên Ewropayê de nekin
Welat TV - Hewlêr
Nûnertiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Ewropayê bang li welatiyên Kurd li diyasporayê kir ku beşdariyê di xwepêşandanên Ewropayê de nekin.
Nûnertiya ENKSê îro di daxuyaniyekê de bang li welatiyên Kurd li diyasporayê kir ku beşdariyê di xwepêşandanên Ewropayê de nekin, ku hin aliyên siyasî banga lidarxistina xwepêşandanan di 31ê Cotmehê de li Elmanyayê dikin û dibe ku li welatine din ên Ewropayê jî were lidarxistin.
Nûnertiya ENKSê diyar kir ku banga wê tê ji bo parastina berjewendiyên revenda Kurdî li diyasporayê û dûrketina ji her bandoreke nerênî li ser rewşa wan.
Daxuyaniyê rola welatên Ewropayê nexasim Elmanya di pêşkêşkirina ewlehî, seqamgîrî, derfetên kar, xwendin, azadî û parastina nasnameya netewî û çandî bilind nirxand û tekezî li ser giringiya parastina wan destkeftan û bihêzkirina peywendiyên erênî li gel civakên Ewropî kir.
Di dawiyê de, nûnertiya ENKSê ji revenda Kurdî xwest ku yekrêz, hişyar û berpirsyar bin ji bo xizmeta doza netewî ya rewa û berjewendiyên gelê Kurd li diyasporayê.