Qamişlo.. Çalakiyên gera 31emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî dest pê kir

Qamişlo.. Çalakiyên gera 31emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî dest pê kir
Qamişlo.. Çalakiyên gera 31emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Li Qamişlo çalakiyên gera 31emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê dest pê kir.

Di gera vê salê de 57 helbestvan ji deverên cuda beşdar bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Mihrecan bi amadebûna hejmareke berfireh ji nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û rewşenbîran hat bi rê ve çû.

Mihrecana Helbesta Kurdî yekem car sala 1993yan hat li darxistin. Di gera sala bûrî de xelat pêşkêşî helbestvan Imran Menteş hate kirin

Di 23 vê meha Cotmehê de li Efrînê çalakiyên Festîvala Helbesta Kurdî bi rê ve çûbûn. Tê de hejmareke berbiçav ji helbestvanên Kurd ji devera Efrînê beşdar bûbûn.