Hêzên Israîlê xaleke leşkerî li gundewarê Şamê teqand
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Israîlê xaleke leşkerî li gundewarê rojavayê Şamê teqand û ziyan nediyar in.
Jêderên xwecihî îro da zanîn ku hêzên Israîlê bingeheke leşkerî li devera di navbera bajarokên Derbil û Erne de li gundewarê Şamê teqand û ziyan nediyar in.
Jêderan got ku ew bingeh berê ji aliyê ketîbeya endezyarî ya rêjîma Esed ve dihat bikaranîn.
15 meha bûrî jî, hêzên Israîlê xaleke leşkerî li gundewarê Şamê teqand bê ku ziyanên wê teqînê diyar bin.
Ji destpêka salê ve, Israîlê bi dehan xal, navend û balafirxaneyên leşkerî û embarên çekan li Sûriyê armanc kirine û hikûmeta Sûriyê bangê li civaka navdewletî dike ji bo danîna sînorekî ji destwerdanên Israîlê re.