Wezîrê navxwe serdana Reqayê kir: "Me banga parastina Kurdan jê kiriye"

Wezîrê navxwe serdana Reqayê kir:

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê navxwe yê Sûriyê Enes Xetab û şêwirmendê serokatiya Sûriyê ji bo karûbarên olî Ebdulrehîm Etûn serdana Reqayê kir, û li gel parêzgarê wê Ebdurlrehman Selama bihêzkirina ewlehî û seqamgîriyê li parêzgehê gotûbêj kir.

Duh Enes Xetab û Ebdulrehîm Etûn û Ebdulrehman Selama li Reqayê civiyan û rewşa parêzgehê gotûbêj kir.

Parêzgeha Reqayê di daxuyaniyekê de got ku bihêzkirina ewlehî û seqamgîriyê, pêşxistina karê saziyan û başkirina xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

16ê meha bûrî, Wezîrê navxwe yê Sûriyê Enes Xetab bi komîteya azadî û mafên mirovan a Encûmena Gel re civiya, ku ew komîte herdu endamên Kurd Ferhad Şahîn û Mistefa Ebdî jî li xwe digire.

Di vê derbarê de, Endamê Encûmena Gel Ferhad Şahîn ji Welat TV re da zanîn ku wan ji Wezîrê Navxwe xwest ku astengiyên li pêş Kurdan li devera Girê Spî ya bi ser parêzgeha Reqayê ve nemînin.