Wezareta Hawarçûnê hişyariyê dide: Baraneke bihêz li Hesekê dibare

Wezareta Hawarçûnê hişyariyê dide: Baraneke bihêz li Hesekê dibare

Welat TV - Hewlêr

Wezareta hawarçûn û birêvebirina karesatan hişyarî da ku baranên bihêz ji sibe ta Şemiya bê li devera Cizîrê dibarin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku li parêzgeha Hesekê bi teybetî li deverên bakur û rojhilat û li bakurê parêzgeha Reqayê ji sibe êvarê ve û ta êvara Şemiya bê baraneke bihêz dibare li gel zêdebûna lezbûna bayê.

Wezaretê heşyarî da welatiyan, ku nêzîkî cihên nizm û geliyan nebin da ku metirsî li ser wan dirust nebe.