Dr. Vala Ferîd Ibrahîm bi seroka Perlemana Kurdistanê hat hilbijartin

Dr. Vala Ferîd Ibrahîm bi seroka Perlemana Kurdistanê hat hilbijartin

Welat TV - Hewlêr

Perlemana Kurdistanê civiya û desteye serokatiya perlemanê hat hilbijartin.

Îro perlemana Herêma Kurdistanê bi amadebûna 52 perlmantaran ji koka 100î civiya.

Di civîna perlemanê de, dengdan li ser hilbijartina her yek ji serokê perlemanê, cîgir û sekreterê wî hate encamdan.

Piştî dengdanê, Dr. Vala Ferîd ji Partiya Demokrata Kurdistanê bû seroka xula şeş a Perlemana Kurdistanê.

Ramî Nûrî Ewdîş ji pêkhateya Kildan bû cîgirê seroka Perlemana Kurdistanê.

Mûna Nebî Nadir ji pêkhateya Turkmen bû sekretera seroka Perlemana Kurdistanê.

Di vê derbarê de, Serokê Dîwana Perlemana Kurdistanê Erdalan sersipî ragihandibû, amadebûna 51 perlamenteran ji koka 100î, ji bo bidestxistina rêjeya yasayî bes e û rûniştin rewatiya xwe wergire.