Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li dubareçalakirina Parlemana Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li dubareçalakirina Parlemana Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li dubareçalakirina Parlemana Kurdistanê kir û got, pêwîst e hemû alî tê de beşdar bin û nakokiyên xwe çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de got, Bicîkirina seqamgîriya siyasî û parastina dezgehên Herêma Kurdistanê berpirsiyaretiyeke hevbeş e û erkê hemûyan e.

*Naveroka peyamê weha hatiye:

Pêşwaziyê li çalakkirina Parlemena Kurdistanê dikim. Parlemen saziya herî bilind a nûnertiya îradeya tevahiya gelê Kurdistanê ye, pêwîst e hemû hêzên siyasî bi awayekî çalak tê de beşdar bibin û bi giyanê berpirsiyariya niştimanî nakokî û cudahiyan li wir çareser bikin.

Hêvîdar im ev pengav alîkar û hander be ji bo derbaskirina rewşa binbestiya siyasî û rexsandina zemînek baştir bo lihevhatin û hevkariya zêdetir di navbera hemû aliyên siyasî de.

Teqez dikim ku diyalog, lihevkirin û hevbeşiya di navbera hemû hêzên siyasî de, bingeha derbaskirina nakokiyan û rûbirûbûna astengiyan e, aramiya siyasî û parastina saziyên Herêma Kurdistanê jî berpirsiyariyeke hevbeş e û dikeve ser milê hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04.11.2026