Di teqîna dibistana Zirganê de zarokek mir û 9 kes jî birîndar in
Welat TV - Hewlêr
Duh mayînek ji paşmayên şer li nava dibistanekê li Zirganê bi hin zarokan de teqiya, di encamên de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zaniyariyan zarokekî di enacama teqînê de jiayan xwe ji dest daye, û 9 kesên birînadr bûne di nav wan zarok û mamoste hene.
Jêderan got, Birîndar bo nexweşxaneya Til Temir û Hesekê hatine veguhestin, û rewşa hin ji wan jî ne cêgîr e.
Teqîn li nava dibistana Mehdesê li destpêka bajarokê Zirganê li ser rêya Til Temirê çêbûye.