Beşê duyem yê karwanê koçberkiriyan ê 7emîn vedigere Serê Kaniyê
Welat TV - Hewlêr
Ji birêketina beşê yekem, îro beşê duyem ji karwanê 7emîn ê koçberkiryan berê xwe da Serê Kaniyê.
Îro nêzîkî 470 malbatên koçberkiriyan, ji Hesekê berê xwe da cih û warê xwe li gundewarê Serê Kaniyê.
Duh Çarşemê jî beşê yekem yê vî karwanî gihiştibû sere kaniyê û 372 malbat li xwe digirtin.
Ji 12 hezar malbatên koçberkiriyan, di van her 7 karwanan de ta niha nêzîkî 4000 vegeriyane cih û warê xwe li Serê Kaniyê.