Mesrûr Barzanî rizgarbûyeke destê DAIŞê xelat kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xwendekareke kurd a Êzîdî xelat kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xelata şerefa xweragiyê pêşkêşî Şêrîn Xêro Xwedêda kir.
Şêrîn yek ji rizgarbûya destê DAIŞê ye û serkeftiya kolêja karsaziyê di zanîngeha Emerîkî ya Kurdistanê li Duhokê ye.
Mersûr Barzanî di gotara xwe de got: Cihê
şazaniyê ye ku ez xelat şerefmendiyê bi Şêrîn Xêro bipexşim.
Da zanîn: Em ê berdewam bin li ser rizgarkirina hemû revandiyan, da ku careke din cihê xwe di nava civakê de bigirin.
Şêrîn Xêro Xwedêda ji komelgeha Herdan a Şingalê ye, dema ku Şingal ket destê DAIŞê de, 3 salan revandî ma pişt re hat rizgarkirin, û xwendina xwe berdewam kir.
Li Parêzgeha Duhokê bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî merasîmên derçûna xwendekarên zanîngehê bi rê ve çûn.