Mihemed Ismaîl: Hevdîtina bi serok Mesûd Barzanî re derfeteke dîrokî ye û em serok weke lêvegerê bingehîn bo xebata xwe dibînin
Welat TV - Hewlêr
Mihemed Ismaîl, endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, got: Hevdîtina me bi serok Mesûd Barzanî re derfeteke dîrokî ye, em serok Barzanî weke lêvegerê bingehîn bo xebat û karê xwe dibînin, ta mafên gelê kurd bi dest bixin, pêwîstiya me her dem bi nerîn, têbînî û hewlêstên wî hene.
Di hevdîtina taybet de, Mihemed Ismaîl, endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, û sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, behsa hejmarek mijar û babetên girêdayî bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir, li aliyekî din ronahî xist ser gerên dawiyê yên li Ewropayê û helwêsta ENKSê ji bûyer û binpêkirinên çekdarên oposizyona Sûriyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê.
Naveroka hevdîtinê weha ye:
Pirs: Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandekê ji Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê kir, di hevdîtinê de çi hat behskirin, û naveroka wê cî ye?
Mihemed Ismaîl: Hevdîtina me bi serok Mesûd Barzanî derfeteke dîrokî ye, nexasim de dema niha de, û bandora şerê Hemas û Israîlê li ser deverê bi giştî. Serok Barzanî berjewendiya gelê kurd di ser her berjewendiyekê re dibîne. Me astengî û rêgiriyan li pêş pêşeroja gelê kurd li Sûriyê behs kirin.
Pirs: Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de, got ku hevdîtina serok Barzanî bi şanda ENKSê re, behsa hebûna astengî û rêgiriyan li pêş pêşeroja gelê kurd li Sûriyê kiriye, gelo ew rêgirî çi ne?
Mihemed Ismaîl: Di civîna me de, me behsa astengiyan kir, me tekezî li ser pêwîstiya dûrxistin ji şaşîtiyên siyasî û bandorên wan li doza me kir, ji ber wê yekê divê tevgera kurdî xwe ji şerê neha li deverê rû dide dûr bixe, û bi berdewam hevdîtin û çalakiyên xwe li dar bixe. Divê ENKSê xwedî roleke bihêz di proseya siyasî li Sûriyê de hebe, divê li gorî guhertinên nû kar bike û berjewendiya gelê kurd û doza wê berçav bigire.
Pirs: Hûn çawa hevdîtina we bi serok Barzanî re dinerxînin? Girîngiya wê çî ye?
Mihemed Ismaîl: Em serok Barzanî weke lêvegerê bingehîn bo xebat û karê me dibînin, ta mafên gelê kurd bi dest bixin, pêwîstiya me her dem bi nerîn, têbînî û hewlêstên wî hene, me ronahî xiste ser çalakî û karên me yên siyasî, û peywendiyên me li gel aliyên oposizyona Sûriyê, divê em ji bîr nekin ku serok Barzanî, her dem tekezî li ser hevgirtina navbera tevgera kurdî dike.
Pirs: Di dema dawiyê de, û ji dema ku tu bûye sekreterê PDK-Sê, te yekem gera xwe encam da, em ê ji Turkiyê dest pê bikin.
Mihemed Ismaîl: Li Turkiyê me hejmarek civînên rêxistinî ji partiya me re li dar xistin, her weha me kesayetiyên civakî, akdîmî, olî û rûspî dîtin. Li Stenbolê me nûnerê Wezareta Derve ya Emerîkayê bo Sûriyê Nîkolas Girêncir dît, me behsa bûyerên niha li Dêra Zorê, Hesekê, Siwêdayê rû didin kir, û rola Emerîka di qada Sûriyê û ektîvkirina proseya siyasî, her weha me amaje bi êş û derdeseriya gel ji ber rewşa aborî û encamên xerab li ser wan kir.
Pirs: Westgeha we ya duyem li Elmanya bû, we hevdîtin li gel berpirsên di wezareta Derve re encam dan, mijar ci bûn?
Mihemed Ismaîl: Min hevdîtineke girîng li gel berpirsê doseya Sûriyê û Iraqê di Wezareta Derve de encam da, me tekezî li ser rola partiya me, li hundir û derveyî welêt kir, me dît ku şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê, û hin êlên ereban, pir metirsîdar e, ne HSDê nûnertiya kurdan dike, ne jî êlên ereban nûnerê ereban in, me tekezî li ser pêkvejiyan hevbeş di navbera pêkhateyên deverê de kir. Derbarê Siwêdayê me tekezî li ser piştevaniya seqamgîriyê û nenavendiyê li Sûriyê kir, ji aliyê xwe ve, berpirsê doseya Sûriyê û Iraqê di Wezareta Derve de behsa rola welatê xwe li Sûriyê û piştevaniya rêxistinên mirovî li Reqa û Dêra Zorê û penaber û derbiderên sûrî kir. Me semînareke cemawerî di nava revenda kurdî de û çendîn civînên rêxistinî, hevdîtin bi nûnerên partiyên Kurdistanî re li dar xistin. Li bajarê Lozanê yê Swîsrayê, me beşdarî di merasîmên salvegera 35an ya koçbarkirina yekem serokê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Dr. Nûredîn Zaza de kir. Li Parîsê jî, me hevdîtineke girîng bi berpirsê doseya Sûriyê û Iraqê di Wezareta Derve ya Fransî de encam da, me tekezî li ser girîngiya rola Parîsê di ektîvkirina proseya siyasî li Sûriyê, û piştevaniya penaber û derbiderên sûrî, û piştevaniya doza kurdî kir.
Pirs: Di çarçoveya zincîra hevdîtinên we bi berpirsên Ewropî re, gelo we tu guhertin di helwêstan wan de derbarê Sûriyê dît? Mihemed Ismaîl: Helwêstên wan tekeziyê li ser pêwîstiya ektîvkirina proseya Siyasî, û bidawîkirina derdeseriya gelê Sûriyê dikirin. Pirs: Civînên we bi serkirdayetiya Hevpeymaniya Oposizyona Sûriyê ku bi Itîlafê naskirî ye, çawa bû?
Mihemed Ismaîl: Belê, me hevdîtin bi serokê Itîlafê, Hadî Elbehra, cêgirê wî Ebdulmecîd Bereket, û serokê Desteya Danûstandkar Bedir Camûs re encam da, me nişan bi nakokiyên ku hin caran navbera ENKSê û Itîlafê de rû didin, da, me tekez kir ku em beşek girîng in ji opozisyona Sûriyê, û deriyê me li ba her aliyekî oposizyonê vekirî ye, ji ber ku em li welêt in, encûmenên me yên xwecihî hene, em dikarin bibin pirek navbera aliyên derve û hundir de, her weha divê bendên ku di belgenameya îmzekirî navbera ENKSê û Itîlafê de hatine, werin bicîkirin, û di pêşerojê de bibe programa rasteqîne ji Itîlafê re.
Pirs: Gelo para rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê, di civînên we li gel oposizyonê de hebû?
Mihemed Ismaîl: Belê her dem rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê, di civînên me de amade ne, û em tekezî li ser girîgiya vegera şêniyên wan bajaran bo ser malên xwe dikin, ez li ser te venaşêrim ku me plan heye ku em baregehên xwe li wan bajaran vekin, da ku pêşwaziyê li malbatên vedigerin bikin, û guhertina demografîk rawestînin.
Pirs: Em vegerin kongira we ya ku li Hezêrana bûrî li Hewlêrê li dar ketiye, çima heta niha konfransên we li dar neketine, sedem ci ne?
Mihemed Ismaîl: Piştî me kongira xwe li dar xist, me tekezî li ser berdewamyia karê rêxistinî ya hemû rêxistinan û hilbijartina kesên hêja bo rêveberina rêxistinan (Herêmî, Şaxî û Xwecihî) kir, em niha bi amadekirina lêvegerek taybet bi rêxistinan mişûl in, piştî bi dawî werin, em ê konfransên xwe li dar bixin, dîsa hevgirtin û ruhê bikom dê vegere partî û rêxistinên wê.
Pirs: Di 25 Cotmeha niha de salvegera damezrandina 12an ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye, pişî ewqas sal, hûn karê ENKSê çawa dinerxînin?
Mihemed Ismaîl: Ev pirs pir girîng e, em ENKSê weke deskefteke girîng ji kurdan re dibînin, ji ber ku partiyên siyasî, rêxistinên jinan û ciwanan, her weha kesên serbixwe li xwe digire, û kar li ser dîtina mîkanîzmeke baş ji helwêst kurdî li ser Sûriyaya pêşeroj û pêkhateyên wê ji gelê Sûriyê re dike. Bêguman, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di 12 salan de, karîbû berevaniyê di ber mafên gelê kurd de bike, û hêlên têkilî û peywendiyan bi hemû aliyên siyasî yên oposizyona Sûriyê, Emerîka, Rûsiya, û hemû welatên bibanor di Sûriyê de veke.
Pirs: Hin kes "Eniya Aştî û Azadiyê" ku hûn beşek jê ne, bi laşekî mirî bi nav dikin, li ser erdê tune ne, nerîna te çî ye, hûn çawa bersivê didin?
Mihemed Ismaîl: Belê me paşketinek di karê eniyê de heye, her weha di partiya me de ew yek çêbûye, em tekeziyê li ser girîngiya Eniya Aştî û Azadiyê dikin, ku ENKSê beşek jê ye, her weha Şepêla Elxed, Rêxistina Asûrî, û Encûmena Erebî di nav de ne, divê baregeh û nivîsgehên xwe veke, di demeke nêzîk de, platformeke mezin dê di nava oposizyon Sûriyê de cihê we bigire.
Pirs: Çima heta niha, serokek ji ENKSê re nehatiye hilbijartin, rêgirî û sedem ci ne?
Mihemed Ismaîl: Di dema dawiyê de em gihştin hin encam û lihevkirinan, nêzîk, Emîndariya Giştî ya ENKSê civîna xwe li dar dixe, dê dengdanê li ser berdewamiya karê nivîsgehan û karên din bike.
Pirs: Planên ENKSê û Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya yên pêşerojê çi ne?
Mihemed Ismaîl: Planên me bêtir li ser girîngiya nûnertiya gelê me li gerên me yên dîplomasî ne, û ronahiyê bixin li ser du xalan, yekem: Em bi hemû aliyan re hêlên peywendî û têkiliyan vekin, duyem: Karê rêxistinî di nava partî de li hundir û derveyî welêt, ew yek di gera min a dawiyê de min li ser kar kir.
Pirs: Yek ji endamên partiya we bi navê Cinêd Seyid Mecîd, li ba çekdarên Partiya Yeîkîtiya Demokrat PYDê ji 16ê Tebaxa bûrî ve li bajarê Girkê Legê girtî ye, gelo hewlên we hene bo serbest berdin, gelo çarenivîsa wî çi ye?
Mihemed Ismîal: Mixabin, PYDê kadir û endamên partiya me û kesên sivîl ku tu pirsgirêkên wan tune ne, digire, derbarê Mecîd jî, me her du aliyên Emerîkî û Fransî agahdar kir, da ku destêwerdanê bikin û wî serbest berden. Hevdemê PYDê partîzanan, çalakvanan û rojnemavanan digire, di heman demê de, rê dide têkder, gendel û kesên madeyên hişbir bi kar tînin wan azad û serbest dihêle.
Pirsa dawiyê: Şerê ku niha navbera Hemas û Isarîlê li Xezayê de rû dide, çawan dibînin û eger heye bandora xwe li Sûriyê bike. Mihemed Ismaîl: Bêguman, bûyerên di qada navdewletî de rû didin, pir metirsîdar in, metirsî hene ku bazneya şer berferehtir bibe, û bigire welatên din. Di nerîna min de, ew yek hewlên cidî bo jinavbirina rola aliyên tundrew bi hêvî ne rola wan grûpan ji nav biçin.