Iraqê biryara darvekirina hevjîna xelîfeyê berê yê rêxistina DAIŞê derxist
Welat TV - Hewlêr
Dadgeheke Iraqî biryara darvekirinê di dermafê hevjîna xelîfeyê berê yê rêxistina DAIŞê de Ebû Bekir El-Bexdadî derxist.
Ajanseke Iraqî, da zanîn îro 10ê Tîrmeha 2024an, Dadgeha Tawanan a Kerix, biryara darvekirinê di dermafê hevjîna xelîfeyê berê yê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî de derxist.
Ajansê da zanîn: Bi tometa destê wê di tawanên terorîsên DAIŞê de heye ew biryara hatiye derxistin û erêkirin.
Hûrguliyên biryarê
Li gorî daxuyaniya Encûmena Dadweriya Iraqî derketiye, hevjîna Ebû Bekir El-Bexdadî, jinên Êzîdî di mala xwe de digirtin pişt re ji aliyên endamên DAIŞê ve li Şingalê dihatin revandin.
Diyar kir, biryara darvekirinê li gorî madeya 4 ji yasaya Iraqê, madeya 2 ya yasayên rûbirûbûna terorê ya hejmara 13 a sala 2005an, her weha ji yasaya rizgarbûyên keç ên Êzîdî hejmar 8 a sala 2021ê derketiye.
Turkiyê girtina wê di 2019an de ragihand
Turkiyê di Mijdara 2019an, girtina hevjîna xelîfeyê berê yê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî li gel 10 kesan ragihandibû.