Ni´emet Dawûd: PYD bû rêgir li pêş diyaloga kurdî - kurdî û rawestand

Ni´emet Dawûd: PYD bû rêgir li pêş diyaloga kurdî - kurdî û rawestand
Ni´met Dawûd serokê ENKSê

Welat TV - Hewlêr

Ni´met Dawûd serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di hevpeyvîneke taybet de ji Welat TV re ragihand, ku avakirina helwêsteke yekgirtî daxawaza gelê kurd e lê PYD bû rêgir li pêş diyaloga kurdî - kurdî û rawestand.

Naveroka hevpeyvînê weha ye:

- Gelo eger ji mer re behsa mêkanîzma civîna dawiyê ya Emîndariya giştî ya ENKS bikî, hûn çawa hatin hilbijartin?

Ni´met Dawûd: Li gorî sîstema bingehîn ya Encûmenê û guhertinên di kongira 4an a ENKSê de, ku desthilata hilbijartina 3ê endamine nû bo desteya serokatiya Encûmenê daye, yek ji Kurdên Êzîdiyê yek jî serbixwe ye û yê din jî ji rêxistinên civaka sivîl e û li gorî wê yekê û piştî erêkiirina emîndariya giştî ya Encûmenê, hijmara endamên desteya serokatiyê dibe 8, di yekem civîna desteya serokatiya ENKSê de erk hatine dabeşkirin û em weke serokê Encûmenê hatin hilbigartin.

- Gotgotek li ser nerihetiyekê li qadê û ta di hundirê Encûmenê de derbarê biryara we ya dawiyê de heye, hûn çawa bersiva van pirsan didin?

Ni´met Dawûd: Mijar ne rehetî ye yan na, guhertina ku sîstema hundirîn de hatiye encamdan hişt ku hemû alî li ser hindek biryar ne razî bin, lê her biryareke ku hatî standin bi erêkirina piraniya endaman e û divê em hemû rêzê lê bigrin.

- Civîna emîndariya giştî ya ENKSê di 13ê mehê de hate lidarxistin, lê beyaname dereng derget, ji ber vê yekê jî gelek pirs derketin hole, bersiva we çî ye?

Ni´met Dawûd: Civîna emîndariya giştî di 13ê Mijdarê de hate lidarxistin, pişt re bi çend rojan civîna ENKSê bi rê ve çû û ji ber vê yekê jî beyaneme dereng ket.

- Hejmarek ji cemawer û alîgirên Encûmenê dibînin ku ew nûnertiya hêvî û êşên wan nake her weha hebûna wê li ser erdê bi tenê nav e, bersiva we di vê debarê de çî ye?

Ni´met Dawûd: Hindek rexne li ser karê ENKSê ji aliyê cemawer û layîngirên wê ve hene, ev rexne jî cihê rêzê ne, û dide xuyakirin ku ew xemxwurê Encûmenên ne û hêviyan li ser girê didin -yên ku dibêjin “ENKSê nûnertiya me dike”-, belê kêmasî hene, bi tayber taybet di warê peywendiya bi çalakiyên civakî û zelalkirina rewşê re, lê di heman demê de Encûmenê berevanî di ber dozên wan de li dijî binpêkirinan dike, ji aliyekî din ve, ENKS di warê siyasî de li gel opozisyona niştîmanî û di piroseya siyasî de di hundir Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî û desteya danûstandkar de kar dike û roleke xwe ya baş di korbendên derbarê Sûriyê de heye, lê rawestana piroseya siyasî û kêmbûna giringîdana navdewletî bi doseya Sûrî, bi şêweyekî nerênî bandor li ser karê Encûmenê û opozisyona siyasî û kesên ku kar di ware siysî de dikin, kir, gelek kes ev yek weke paşketin û dûrketin ji hêviyên xelkê dîn, lê ev yek girêdaye bi rewşa siyasî ye.

- Hûn weke serokê ENKSê bo 6 mehên bê hatine hilbijartin, pirojeya we di 6 mehan de dê were bicîkirin?

Ni´met Dawûd: Pirojeya kar ne bi serokê Encûmenê yan kesekî din ve girêdaye, lê girêdayê bi viyan û kedên desteyên Encûmenê û dezgehên wê ye, ev yek jî rola serokê ENKSê di bilezkirin û bicêkirina kar de têk nade.

- Eger heye diyaloga di navbera partiyên yekîtiya niştîmanî û ENKSê de vegere? Çi zemîn baş e ji vê vegerê re?

Ni´met Dawûd: Tiştê di navbera ENKSê û partiyên yekêtiyaa niştîmanî de ne diyalog bû, lê giftûgo bûn bo em bighin lihevkirineke giştgir bi serperiştiya Emerîka, û fermandariya QSDê peymana bicîkirina lehvkirinan da, ev giftûgo piştî daxuyaniyeke fermi ya rêveberiya PYDê, di Berçileya 2019an de, ku tê de pabendiya xwe bi bicîkirina lehvkirinan da xuyakirin, bi rê ve çûn, lê tiştê ku pişt re encam da paşgukirineke bi mebest bû û bo vegera giftûgoyan pîwîste keşûhewayeke kuncaw were avakirin û hemû rêgirî rabin û rêz li lehvkirinê were kirin.

- Emerîka û fermandarê QSDê, serperiştiya diyaloga kurdî - kurdî dikirin, dê bikaribin her tiştekî wek berê vegerînin û dubare dest bi giftûgoyan bikin?

Ni´met Dawûd: Piştî rawestana giftûgoyan di payîza 2020 de, hevdîtin di navbera ENKS, aliyê Emerîkî û HSDê de berdewam bûn, me li ser belgenameyeke gerentiyan bo dubare destpêkirina giftûgoyan li hev kir, belgenameyê tekezî li ser rawestandina binpêkirinan û handana li dijî Encûmenê û diyarkirina perpirsyaretiya aliyê ku bi binpêkirinan re bûyî, kir, balyozê Emerîkî û fermandarê HSDÊ li ser belgenameyê îmze kirin, lê nehat bicîkirin û diyar e aliyê din qebûl nekir. Tevî ku rewşên destpêkirina giftûgoyan hatin guhertin, lê dubare destpêkirina wê girêdaye bi daxwaz û viyana aliyê Emerîkî ye, di heman demê de girdêye bi fermandariya HSDê ya ku de destpêşxiriya van giftûgoyan û peymana bicîkirina lihevkirinan daye.

- Sûda dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çî ye? Kê diyalog beravêtî kir?

Ni´emet Dawûd: Bê gûman helwêsteke kurdî ya yekgirtî daxwaza hemû gelê kurdî ye, dê sûda xwe li doza kurdî û pêşeroja Sûriyê hebe û cihê dilrehetiya gel û dostên me ye, ev yek jî armanca gifûgoyan bû lê kesên ziyandîtî ji vê gavê kar bo beravêtina wê kirin, ji ber handana li dijî Encûmenê û Pêşmergeyê Leşkerê Roj û destdirêjiya li ser nivîdgehên ENKSÊ û girtina endamên wê, em PYD weke berpirs di ber rawestandina giftûgoyan de dibînin.

- Gotara ENKSê ya ragihandinî ne yekgirtî ye, di civîna dawiyê de berdevkê fermê ji Encûmênê re hate destnîşankirin, gelo ev destpêke ji serastkirina rewşa ragihandinî bi giştî re ye?

Ni´met Dawûd: Ev yek ne di cihê xwe de ye, gotar û daxuyaniyê ENKSê ji desteyên serkirdayetiyê derdikivin, pêkan e nehemahingiyek hebe ji ber ku Encûmen piralî ye û ji bo çareserkirina vê yekê, berdevkekî fermî hat destnîşankirin û dê derbirînerê sereke yê helwêstên ENKSê be.

- Eger bûyerek rû bide, ENKS dikare Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibe?

Ni´emet Dawûd: Ji destpêka şoreşa sûrî ve, ENKS pêşng bû di hizra avakirina rêveberiyeke demkî de ji deverên kurdî û hevbeş re, ji ber pêwêstiya dabînkirina ewlehî û pêdviyên jiyanê ji nişteciyan re, li gorî gotina we eger bûyerek rû bide, normal e ku Encûmen destpêşxer be bo birêvebirina deverê bi hevkariyê li gel hemû pêkhateyên siyasî, netewî û civakî.

- Gelek binpêkirin dermafê alîgirên ENKS ji aliyê çekdarên PYDê ve tên encam dan, hûn van binpêkirinan belge dikin? We tu gilî pêkêşî aliyên navdewletî kirin?

Ni´met Dawûd: Binpêkirinên çekdarên PYDê dermafê endam û alîgirên Encûmenê de, her dem û demekê tên guhertin, destdirêjiya li ser nivîsgehên ENKSê û partiyên wê û fişara li ser malbatên Pêşmergê Leşkerê Roj û rewşên girtinê, belge kirîne, Encûmenê jî ev kiryar bi rêya daxyaniyên xwe re ev şermezar kir û banga rawestandina wan kir û aliyên Hevpeymaniya Navdewletî yên peywendîdar agehdar kirine.

- Hûn rewşa Sûriyê çawa dibînin, vegera rêjêmê bo holê? Rêjîm di dubare vegera xwe de bi serkeft?

Ni´met Dawûd: Rewş li Sûriyê li ser hemû astên ewlehî, aborî û jiyanê karesatî ye, rêjeya kesên di bin hêla hejariyê de zêdetir dibe serbarî destana wê ji cihê xwe re li ser asta navdewletî, hewlên asyîkirina peywendiyan bi rêjîmê re jî ti sûd lê nekirin û diyar e ev hewl jî rawestiyan, ev yek jî bi şêweyekî zelal di her du lotkeyên erebî û îsalamî yên awarte de diyar bû, loma rêjîm di hewla xwe de bi sernekeft û dûr ket.

- Em dikarin bibêjin ku piroseya siyasî li Sûriyê rawestiya ye, çima opozisyona siyasî û leşkerî nikarîbû êş û azarên Sûriyan bigihîne paytextên cîhanê?

Ni´emet Dawûd: Rêjîmê li gel hevalbendên xwe kar li ser têkdana nexşerêya giftûgoyî û karê komîta destûrî kir, pişta xwe bi demê girê da, lhevdemê kirîza Okranî ya ku bû cihê giringîdana navdewletî serbarî gurbûna bûyeran li hin deverên din, giringîdan bi kirîza sûrî kêm bû û piroseya siyiasî rawestiya, rêjîmê jî pawenkariya vê yekê kir û pabendî bi biryarên navdewletî bi teybet ya 2254 nekir, serbarî kiryarên wê yên ku êş û azarên xelkê zêde kirin, lê opozisyonê êş û azarên sûriyan gihandin civaka navdewletî ya ku neha baş zanyariyan li ser rewşa karesatî û tawanên rêjîmê dizane, tê zanîn ku hejmarek welat dosene dadwerî li dijî rêjîmê û kesên bi ser ve li dadgehên navdewletî vekirin.

- Derbarê binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hûn ê çi bikin? Pêkan e nivîsgehên ENKSê li Efrînê werin vekirin?

Ni´met Dawûd: Li serê Kaniyê bi tenê çend kes mane, ji dema debiderbûna wan ve di Mijdara 2019an de kes venegeriyaye, ev jî mezintirîn binpêkirin e li dijî wan, li Efrînê jî binpêkirin dermafê sirûşt û mirovan de berdewam in, ji dever bo deverê li gorî koma çekdar ya ku control dike, tên geuhertin, baştrîn çareserî bo van binpêkirinan derxistina komên çekdar ji deverên ku sivîl li dijîn û asankirina vegereke ewleh ji derbideran re û radestkirina birêvebirina deverê bo nişteciyên wê yên resen e. Encûmenên xwecihê yên ENKSê bi çalakiyên xwe li Efrînê ra dibin, rastî astengiyan tên, ji bo kêmkirina astengiya jî hewl bo vekirina nivîsgehên Encûmenê hene.

- Nebûna nûnertiyeke rasteqîne ji Efrîn û Kobanê re di desteya serokatiya ENKSê de, dê bi nerênî bandorê li ser rola Encûmenê li van deveran bike, serbarî bandora wê ya nerênî li ser asta cemawerî, çima ev yek berçav nehate girtin?

Ni´met Dawûd: ENKS ne li ser bingeheke cografî hatiye damezrandin, partiyên Encûmenê jî ne li ser bingehkî cografî ne û nûnertiya hemû deveran dikin, lê zêdekirina nûnerên hemû deveran baştir û erênî ye.


- Gelo dê roleke siyasî ji Bereya Aştî û Azadî re di pêşeroja Sûriyê de hebe? Eger heye bibe şûngira ji Itîlafa sûrî re, Jj ber ku hûn di her du aliyan de kar dikin?

Ni´met Dawûd: Bereya Aştî û Azadî hevpeymaniyeke giring e, ji bilî Encûmenê Şpêla Elxed Elsûrî û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk li xwe digre, BAA giringe ji ber ku li ser hemû hezên opozisyonê yên baweriya wan bi çareseriya siyasî û karê demokrasî heye -ev pêkhateyên bira di dîroka Sûriyê ya nû de deberînerên rastî û giringiya pêkvejiyan û çanda hevqebûlkirinê di civaka sûrî de ne- vekiriye, li gel aliyên din yên opozisyanê kar dike û ne şûngirê ti alî ye.

- Li ser asta opozisyonê, cihê we li kur e?

Ni´met Dawûd: Dema ENKS cihê xwe di nav opozisyona niştîmanî ya sûrî de girt xwest beşek ji çareseriyê be, di avakirina Sûriyeke demokrasî piralî ku tê de mafên netewî yên gelê Kurd û gelên din li gorî destûr parastî bin, hîn jî Encûmen di vê çarçoveyê de, ji bo armancên ku azadî û rûmeta sûriyan, ewlehî û seqamgêriya deverê diparêze, kar dike.