10 sal bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibin

10 sal bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Îro 10 sal bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibin ku tê de bi hezaran Kurdên Êzidî li ser dest rêxistina DAIŞ a terorîst hatin kuştin.

3yê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrişî Şingalê kir, zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, 6417 jin û zarok revandin û 80% ji bajar û gundên Şingalê ji ber şer wêran bûn.

Piştî êrişa DAIŞê, ta niha derdora 50 gorên komî yên Kurdên Êzidî li Şingalê hatine dîtin.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û zêdetirî 100 hezarî jî penaber bûn.

Piştî derbasbûna 10 salan bi ser komkujiya Şingalê re, 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî êrîşa DAIŞê li ser Şingalê weke komkujî dane naskirin.