Encûmena Êzidiyên Sûriyê: Em kar dikin da ku karesatên li dijî Êzidiyan dubare nebin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Êzidiyên Sûriyê bi bûneya salvegera 10an a komkujiya Şingalê banga dadperweriyê ji qurbaniyan re û sizakirina encamderên binpêkirinan kir.
Îro encûmenê di daxuyaniyekê de diyar kir, komkujiya Şingalê hewleke rêbazkirî bû ji aliyê DAIŞê ve ji bo jinavbirina nasnameya Êzidî.
"Binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê ne kêmî komkujiya Şingalê ne"
Da zanîn, "Êzidiyên Efrîn û Serê Kaniyê jî rastî hilmetên guhertina demografî yên rêbazkirî û binpêkirinan ji aliyê grûpên Îslamî ve hatin, ji têkdana mal û milkên wan û wêrankirina şûnwar û goristanan, ev binpêkirin jî ne kêmî komkujiya Şingalê bûn.
Serbar kir, ”Ev binpêkirin tawan e li dijî mirovatiyê, divê were şermezarkirin û encamderên binpêkirinan werin sizakirin ji bo bicîkirina dadperweriyê ji qurbaniyan re û gerentîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ”Em li ser hemû astan kar dikin da ku karesatên bi vî rengî li dijî Êzidiyan dubare nebin”.