Barzanî: Ji ber ku xelkê Şingalê Kurd e rastî komkujiyê hat

Barzanî: Ji ber ku xelkê Şingalê Kurd e rastî komkujiyê hat

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 10an a komkujiya Şingalê de ragihand, ji ber ku xelkê Şingalê Kurd e, ev komkujî li dijî wî hate encamdan û tekezî li ser piştevaniya xwe ji mafên wî re kir.

Mesûd Barzanî îro da zanîn: ”Komkujiya Şingalê berdewamî ye ji komkujî û tawanên dijî gelê Kurdistanê re, ji ber ku xelkê Şingalê Kurd e rastî komkujiyê ji aliyê rêxistina DAIŞ a terorîst ve hat”.

Serbar kir, ”Di salvegera 10an a komkujiya Şingalê de silav ji bo giyanê şehîd û qurbaniyan, silav ji bo giyanê Pêşmergeyên qehreman yên ku xwîna xwe ji bo rizgarkirina Şingalê pêşkêş kirin”.

"Bicîkirina rêkeftina Şingalê rewşa xelkê baş dike"

Diyar kir, ”Di vê bûneya dilêş de em tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji mafên xwîşk û birayên xwe yên Êzidî û xelkê Şingalê re dikin".

Serbar kir, "Divê rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral de were bicîkirin ji bo başkirina rewşê li Şingalê û bidawîkirina rewşa ne rewa û ne asayî".

Barzanî got jî: ”Divê sînorek ji aliyên ku pawankariya êş û azarên xelkê Şingalê dikin re were danîn û rê li pêş xelkê Şingalê were vekirin da ku vegere warê xwe û di aramî û aştiyê de bijî”.

3yê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrişî Şingalê kir, zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, 6417 jin û zarok revandin û 80% ji bajar û gundên Şingalê ji ber şer wêran bûn.