Camûs: Rêjîma Sûrî wendabûna neçarî bi awayekî rêbazkirî bi kar aniye

Camûs: Rêjîma Sûrî wendabûna neçarî bi awayekî rêbazkirî bi kar aniye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Desteya Danûstandkar û Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûrî Dr. Bedir Camûs di Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî de ragihand ku wendabûna neçarî yek ji binpêkirinên herî hovane ye dermafê mirovan de.

Camûs îro di daxuyaniyekê de got: “Rêjîma Sûrî wendabûna neçarî bi awayekî rêbazkirî weke alaveke serkutkirin û terorê ji bo jinavbirina dijberên siyasî, çalakvanên sivîl û tirsandina civakê bi kar aniye”.

*Encamên karesatî yên wendabûna neçarî hene

Dr. Bedir Camûs da zanîn ku bandor û encamên karesatî yên wendabûna neçarî li ser civaka Sûrî hene û redkirina Rêjîmê ji çareserkirina vê doseyê re tekez dike ku ew ji mirovatiyê dûr e.

Camûs diyar kir ku çareserkirina doseya wendabûyên neçarî yek ji gavên pêwîst e ji bo çareseriyeke siyasî li gor biryarên navdewletî bi taybet biryara 2254.

Camûs amaje kir ku Desteya Danûstandkar dê kar li ser hemû astan bike ji bo serbestberdana gitiyan û diyarkirina çarenivîsa wendabûyên neçarî her weha sizakirina berpirsên binpêkirin û tawanan li Sûriyê.