Hevpeymaniya Sûrî: Hejmara mezin a wendabûyan hovîtiya Rêjîmê nîşan dide
Welat TV - Hewlêr
Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî tekez kir ku Rêjîma Sûrî wendabûna neçerî weke çek di şerê xwe de li dijî welatiyan bi kar aniye.
Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de bi bûneya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî got: ”Hejmara mezin a qurbaniyan, hovîtiya Rêjîmê nîşan dide".
Her weha "binkeftina mîkanîzma civaka navdewletî di serederiyê de li gel doseya Sûrî nîşan dide".
*Eşkerekirina çarenivîsa wendabûyan
Hevpeymaniya Sûrî amaje kir: "Ta niha civaka navdewletî nikariye çarenivîsa yek girtiyê neçarî li cem Rêjîmê eşkere bike yan jî wan rizgar bike".
Tekez kir: "Divê gavên cidî werin standin ji bo pêkanîna dadmendiyê ji qurbanî û kesûkarên wan re".
*Rêxistineke Mirovî: Li Sûriyê zêdetirî 113 hezar kesan wenda ne
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de bi bûnaya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî, girtin û windabûna neçarî ya nêzîkî 157634 kesan ji sala 2011an ve, belge kirine.
Li gorî raportê, destê tevaya aliyên nakok li Sûriyê di girtin û wendabûna neçarî de heye: "86.7% ji rewşên girtin û wendabûna neçarî, li ser destê Rêjîmê ne".