Yaneya El-Nasr a Siûdî gihişt Bexdayê
Welat TV - Hewlêr
Îro demjimêr heftê êvarê, tîma El-Şurta dê mêvandariya yaneya El-Nasr a Siûdî li lîstgeha El-Medîna li Bexdayê bike.
Di rûbirûbûnekê de, ji bo gera yekem a pêşbirkên AFC, amadekarî li lîstgeha El-Medîna li Bexdaya paytexta Iraqê tên kirin.
Tîma El-Şurta amadekariyên xwe ji bo vê rûbirûbûna girîng bi rahênanên tund û bihêz li lîstgeha, ji bo bidestxistina serkeftineke dîrokî bi dawî kirin.
Di heman demê de tîma El-Nasr dixwaze serkeftinên xwe vegerîne, piştî ku di gera sêyemîn a Lîga Roşen de li yarîgeha xwe li hember El-Ehlî yeksan bû.
Ev rûbirûbûna duyemîn e ku El-Nasr dê li hember El-Şurta bilîze, sala borî jî di lîstika berî dawiyê de cama Şah Selman de hatin pêşberî hev, û El-Nasr bi ser ket û derbasî lîstika dawiyê bû û serkeftin li hember El-Hîlal bi dest xist.
Cristiano Ronaldo ne beşdar e
Duh El-Nasr ragihand ku lîstkvanê navdewletî Cristiano Ronaldo, ji ber rewşeke tenduristî xirab, di vê lîstikê de beşdar nabe.