Sûriyê pileyekê bilind bû.. Lîsteya nû ya hilbijardeyên cîhanê derket

Sûriyê pileyekê bilind bû.. Lîsteya nû ya hilbijardeyên cîhanê derket

Welat TV - Hewlêr

Lîsteya nû ya rêzbendiya hilbijardeyên cîhanê yên topa pê derket û Arjantîn di rêza yekem de ye.

Di rêzbendiya herî dawiyê ya ”FIFA” yê de ku îro derket, Arjantîn di rêza yekem de ma, Fransa duyem, Spaniya sêyem, Ingland çarem û Birazîl di rêza pêncemîn de bû.

Li gorî lîsteya ”FIFA” yê, Sûriyê pileyekê li ser asta cîhanê bilind bû û di rêza 92an de cihê xwe girt.

Li ser asta kîşwera Asyayê jî, Sûriyê di rêza 14an de li cihê xwe ma.

Di lîsteya nû de, pileya Sûriyê li ser asta hilbijardeyên welatên Erebî de jî nehat guhertin û di rêza 12an de cihê xwe girt.