Derdora 60%.. "SYRIANAIR" kirêya geştên esmanî navbera Qamişlo û Şam bilind kir

Derdora 60%..

Welat TV - Hewlêr

Kompaniya (SYRIANAIR) kirêya geştên esmanî di navbera Qamişlo û Şamê de bi rêjeya derdora 60%, bilind kir.

Jêderên xwecihî da zanên ku Sêşema bûrî kompaniya (SYRIANAIR) a bi ser Rêjîma Sûrî ve, dubare dest bi geştên xwe yên esmanî di navbera Şam û Qamişlo de, kir.

Li gorî jêderan, kompaniya navbûrî dê her hefteyekê geştekê encam bide, ew geşt jî roja Înê ye.

*Nerazîbûn derketin

Jêderan got ku kompaniyê nirxê bilêtên xwe ji 914 hezar Lîreyên Sûrî bo 1.5 milyon LS, bilind kiriye.

Jêderan diyar kir ku bilindkirina nirxê bilêtan bi rêjeya derdora 60% bûye cihê nerazîbûna welatiyan, nexasim ku xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di rewşên aborî yên dijwar de dijî.

►Her weha bixwîne: Nirxê bilêtên hatinûçûnê di navbera Qamişlo û parêzgehên Sûrî de bilind bû