Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar bi zimanê Kurdî dixwînin
Welat TV – Hewlêr
Li parêzgeha Kerkûkê werzê sala nû ya xwendinê (2024-2025) bi hildana ala Kurdistanê dest pê kir û hat diyarkirin ku hejmara xwendekarên ku bi zimanê dayîkê dixwînin 100 hezar e.
Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî di daxuyaniyekê de bo malpera Kurdistan 24 ragihand: Îsal 100 hezar xwendekarên ku perwerdeya Kurdî dixwînin li tevaya parêzgeha Kerkûkê hene jê 10 hezar pola yekê ne.
Da zanîn, "Wezareta Perwerdeyê ji bo xwendekaran derdora milyonek pirtûk dabîn kirine û em bi fermana serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî şanaz in ku tenê di vê mehê de 1100 mamoste bo perwerdeya Kurdî bi girêbest dest bi kar kirine".
555 dibistan in
Li Kerkûkê 555 dibistan û baxçeyên zarokan ên hikûmî ser bi Rêveberiya Perwerdeya Kurdî hene, her weha 8000 mamoste û karmend ser bi rêveberiyê ve hene, mûçeya wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Li Kerkûkê û deverên ku Iraqê werzê sala nû îro dest pê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye werzê sala nû roja Çarşemê 25ê mehê dest pê bike.