Serok Barzanî û Balyozê Rûsiyê li Hewlerê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Rûsiyê Îlbrus Kotraşîf li Hewlêrê civiyan.
Baregeha Barzanî ragihandi, di civînê de Balyozê Rûsiyê aramî û aştiya ku li Herêma Kurdistanê heye bilind nirxand û got, welatê wî girîngiyê dide peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê.
Rewşa Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin
Her di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyê, pêşhateyên dawîn yên deverê, metirsî û kêşeyên li pêşiya aramiya deverê hatin gotûbêjkirin.
Baregehê da zanîn, peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê yên ku di 20ê Cotmehê de werin encamdan gotûbêj kirin.