150%.. Rêjîma Sûrî nirxê mazota germkirinê bilind kir

150%.. Rêjîma Sûrî nirxê mazota germkirinê bilind kir

Welat TV - Hewlêr

Rêjîma Sûrî nirxê mazota germkirinê li deverên di bin kontirola xwe de bi rêjeya 150%, bilind kir.

Wezareta Bazirganiyê ya Rêjîma Sûrî îro di biryarekê de, nirxê mazota germkirinê ji 2000 bo 5000 Lîreyên Sûrî, bilind kir.

25ê Êlûna Bûrî, wezaretê deriyê tomarkirinê ji bo wergirtina mazota germkirnê vekir û ji her malbatekê re 50 lîtr mazot, destnîşan kir.

*Hevsengî di navbera nirxan û dahatan de tune ye

Jêderên xwecihî yên Sûrî diyar kir: ”50 lîtr mazot kêm in, welatî neçar dibin ku mazotê bi nirxê 17000 LS ji bazara reş, bikirin”.

Li gorî , nebûna hevsengiyê di navbera nirxên keresteyên sereke yên jiyana rojane û dahatên welatiyan de barê wan giran kiriye, nexasim ku rewşa aborî li Sûriyê dijwar e.

►Her weha bixwîne: Kirêya otombîlên hêla giştî li Der´ayê bilind bû