Keçeke Kurd a Êzidî li Xezayê hat rizgarkirin
Welat TV - Hewlêr
Keçeke Kurd a Êzidî ku berî 10 salan ji aliyê rêxistina DAIŞê ya terorîst ve revandî bû, li Xezayê hat dîtin û rizgarkirin.
Endama Perlemana Iraqê Viyan Dexîl li ser rûpela xwe ya tora civakî facebookê da zanîn ku bi alîlkariya Nivîsgeha Revandiyên Êzidî li Herêma Kurdistanê, keça Êzidî ya bi navê Fewziya Emîn Sîdo hat rizgarkirin.
Viyan da zanîn ku Fewziya di 11 salî xwe de, ji aliyê çekdarekî rêxistina DAIŞê ya terorîst ve hatibû revandin û li Xezayê hat dîtin û rizgarkirin.
Fewziya Emîn Sîdo 21 salî ye, ji navçeya Azîz a El-B´ac a parêzgeha Neynewa ye, û di êrîşa DAIŞê de li ser Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin.
3,567 hatine rizgarkirin
Beriya niha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ew hewl dide revandiyên Êzidî rizgar bike, û ta niha 3,567 revandî hatine rizgarkirin û hîn 2,640 jî mane.