Serhan Îsa: Avakirina mirovan giringtir e ji avakirina mezargehan
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê da zanîn ku kesên banga vegera Êzidiyên li derveyî welêt dikin, bi ser “Rêveberiya Xwesr” a PYDê ve ne.
Serhan Îsa îro ji Welat TV re got ku ”herêm ne arame û metirsî li ser Kurdên Êzidî û tevaya xelkên herêmê heye”.
Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê amaje kir ku aliyên vê bangê dikin pereyan ji Êzdiyan dixwazin ji bo avakirina mezargehên olî.
Îsa diyar kir ku Êzdiyên li Efrîn û Serê Kaniyê rastî gelek binpêkirinan hatine û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi dehan belge di vê derbarê de, pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine.
*Divê li koçberkiriyan xwedî deketiba
Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê da zanîn ku “130 malbatên Êzidî li Libnanê diman, hejmarek ji wan vegeriyane Efrînê, rewşa wan xerabe, divê “Rêveberiya Xweser” li wan û koçberkiriyan xwedî derkeve, ne ku banga vegera Êzdiyên derveyî welêt bike”.
Serhan Îsa serbar kir: ”Li gorî mîsyolaciya Êzidiyan avakirina mezrgehan guneh e, em nizanin mebesta “Rêvebriya Xweser” ji avakirina mezrgehan çi ye? avakirna mirovan ji avakirina mezargehan giringtir e”
*Divê Êzidiyên li kampên Şehbayê vegerin Efrînê
Encûmena Êzdiyên Sûriyê îro di daxuyaniyekê bang li Êzdiyên li derveyî welêt kir ku niha venegerin Sûriyê, ji ber nebûna aramiyê.
Encûmenê tekez ker: ”Eger em behsa vegerê bikin, divê beriya her tiştî Êzdiyên dorpêçkirî li kampên Şehbayê li hundirê Sûriyê vegerin gundên xwe li Efrînê her weha divê çarenivîsa bi sedan revandiyên Êzdî li kampa Holê diyar bibe û werin berdan”.