Mesrûr Barzanî biryara nûkirina 14 lîstgehan li Hewlêrê da
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî biryarek ji bo nûkirina 14 lîstgehên topa pê li Hewlêra peytexta herêmê, da.
Li gorî biryarê, dê 14 lîstgehên topa pê li Herêma Kurdistanê bi gujmeya 600 milyon dînarên Iraqî, werin nûkirin.
Biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya giringîpêdana bêtir bi ciwanan û geşkirin û pêşxistina werzişê de, tê.
Lîstgehên ku dê werin nûkirin ev in: (Hêran – Armiwan – Korê – Gewregosk – Xebat – Geznê – Bêstane – Daratû Kawe – Bineslawa – Komelgeha Kawe – Şemamik – Kanî Oirjale – Badawe û 92 Şehîd Sîrwan Lawiko).
►Her weha bixwîne: Mesrûr Barzanî: Em li ser proseya pêşxistina Kurdistanê berdewam in