Kampa Hol.. 175 malbatên DAIŞê derketin

Kampa Hol.. 175 malbatên DAIŞê derketin

Welat TV – Hewlêr

175 malbatên rêxistina DAIŞê a terorîst ji kampa Holê li gundewarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, derketin.

Jêderên xwecihî diyar kir ku 175 malbatên Iraqî ji kampa Holê ya di bin kontirola "Rêveberiya Xwesr" de derketin.

Li gorî jêderan, ji dema destpêkirina hemahingiyê ve, di navbera hikumeta Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, ev grûpa 18mîn e ku ji kampa Holê derdikeve. Duh jî Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyê Serhan Îsa ji Welat TV re diyar kiribû ku hîn bi dehan keçên Êzidî di kampa Holê de dimînin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

*Malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê

42781 kes ji malbatên DAIŞê li kampê dimînin, ji wan 19530 Iraqî ne û 16779 Sûrî ne, her weha 6461 biyanî ne û regeznameya 11 kesan jî ne diyar e.

Her weha bixwîne: Serokê ENKSê: Bê serbestberdana girtiyên me danûstandin bê wate ne