Siwîsira.. Pişka qonaxa "16" a Champions League tê avêtin
Welat TV - Hewlêr
Pişka qonaxa “16” a pêşbirka ”Champions League” ya Ewropayê ,îro demjimêr 14:00 “11:00 GMTê”, li bajarê Niyon yê Siwîsirayê, bi rê ve diçe.
Rojên Sêşem û Çarşema borî, Lîsta tîmên ku derbasî qonaxa “16” a werzê (2023-2024) ji vê pêşbirkê temam bû. Ew jî her yek ji:
- “Real Madrîd, Bayern Munchen, Arsenal, Real Sociedad, Atletico Madrid, Borussia Dortmund, Manchester City û Barcelona” weke yekemên grûpên xwe gihiştin qonaxê.
- “ Napolî, Kopenhagen, Eindhoven, Inter Milan, Lazio, Paris Saint-Germain, City û Leipzig û Porto” weke duyemên girûpên xwe derbasî qonaxa nû bûn.
Li gorî pişkê, tîmên yekem û yên ji heman welatî û grûpê rûberûyî hevdu nabin, ji bilî xalên borî, pişk di navbera yên yekem û duyem de tê avêtin.
Sala borî, Manchester City Inter Milan bi 1-0 di maça dawiyê de têk bir û bû palewanê pêşbirkê.