Xwenasîn
Ebdo Ehmed
Beriya her tiştî di jiyanê de, divê mirov li xwe vegere, xwenasîn bingeha pêşketina mirovan e, ji bo vê yekê divê dîrok, kultûr, serpêhate, ziman û hemû mijarên girêdayî hebûna mirovan li dibistana yekem "mal" werin naskirin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna aramiyê û şer, weke pêkhateyên din yên Sûriyê, penaberî welatên cîran û cîhanê bûn, di salên penaberiyê yên dirêj de nifşekî nû hate holê, nifşekî ku dûr ji warê xwe çav li dunyayê vebûn, da ku rihê vî nifşî ji bingehên nasname û hebûna mirovan "welat" dûr nekeve, divê were perwerdekirin.
Bê guman mal dibistana mirovan a yekem e, lewma divê pîvan û nirxên welat li mal di hundirê wan de werin çandin, ev yek jî hejmarek qonax li xwe digre:
*Ziman
Miletê Kurd wek pêkhateyeke resen a Rojhilata Navîn di salên dûr û dirêj de, hebûna xwe bi rêya ziman parast, zimanê Kurdî herdem li pêş hewlên tunekirin û hilandinê rawestiya, girêdana miletê Kurd bi zimanê xwe yek ji curên xebatê yên ku di dirêjahiya dîrokê de pêşkêş kirine, lewma di dema ku şert û merc hatine guhertin, divê her malbateke Kurd fêrkirina zimanê dayik bike armanca xwe ya sereke.
*Dîrok
Ji bo mirov xwe nas bike, divê li dîroka xwe vegere, dîroka me Kurdan weke her miletekî, tijî rûpelên xweş û nexweş e, dema ku em dîroka xwe bi çavên rexneyê bixwînin, em ê gelek pîvanên baş ji bo pêşketinê deynin û ji şaşîtiyên bûrî fêr bibin.
*Kultûr
Kultûr beşeke giring ji şaristaniya milet û welatan diyar dike, lewma divê em kultûrê xwe biparêzin û lê xwedî derkevin, ev yek jî bi rêya handana berdewam ji pêşangehên kulturî re û piştgiriya kesên ku giringiyê didin karên kultûrî, tê.
*Serpêhate
Mirov bingeha avakirina şaristaniyê ye, serpêhateyên mirovan jî beşekî giring in ji şaristaniyê, eger em bixwazin civakeke serkeftî ava bikin, divê ev serpêhate berçav werin girtin û hewla avakirinê li ser were kirin, ji ber vê yekê jî divê berhemên Kurdan di warên wêje, huner, çand û hemû warên girêdayê jiyana mirovan de werin parastin.
Ez kî me? Pirseke ji sê gotinan pêk tê, lê divê her kesek vê pirsê ji xwe bike, û li bersivê bigere, pêwîstiya her pirs û bersivekê jî bi xalên bûrî heye, da ku mirov xwe nas bike.