Serok Barzanî sersaxî ji Kiwêtê re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji Kiwêtê re xwest
Serok Mesûd Barzanî

Welat TV – Hewlêr

Bi mebesta gihandina hevxemiya xwe bi koçbarkirina mîrê Kiwêtê, serok Mesûd Barzanî îro 18ê Berçileya 2023yan serdana kunsolxaneya Kiwêtê li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Baregeha Barzanî ragihand: Serok Barzanî li kunsolxaneya Kiwêtê, sersaxî bi koçbarkirina mîrê Kiwêtê Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah pêşkêş kir û hevxemiya xwe bi rêya Osman Dewûd kunsolê Kiwêtê re pêşkêşî dewleta Kiwêtê kir.

Roja Şemiyê 16ê Berçileyê, mîrê Kiwêtê, Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah, di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah jidayîkbûyê 1937an e, şeşemîn kurên Şêx Ehmed Elcabir Elsebah e, ku ji sala 1921ê ta 1950 Kiwêt bi rê ve bir, Şêx Newaf jî di Îlona 2020an de bû mîrê Kiwêtê.