Bavê Heysem Kiço: Ji ber ew Kurd bû ji mafên xwe bê par bû
Welat TV – Hewlêr
Piştî 22 salan li ser koçkirina wî, bavê lîstikvan Heysem Kiço, stêrka yaneya Cîhad a topa pê li Qamişlo, ji Welat TV re behsa wî dike û dibêje Heysem lîstikvanekî baş bû lê ji ber ew Kurd bû ji mafên xwe bê par bû.
Ebdulah Kiço dibêje: "Dema me bihîst otombîla wan rastî bûyereke hatinûçûnê hatiye me berê xwe da cihê bûyerê, ta ez gihiştim wê derê min nizanîbû ku Heysem canê xwe ji dest daye".
Derbarê koça dawî ya kurê wî de, Ebdulah got: "Ez deyndarê xelkê Qmişlo me, lê yaneya wî bi erkê xwe ranebû".
Ebdulah Kiço da zanîn ku Heysem lîstikvanekî navdar û mirovekî baş bû lê ji ber ew Kurd bû ji mafên xwe bê par bû.
*Hemû pêkhate li ser wî xemgîn bûn
Lîstikvan Miwefeq Hisên ku bi Kiço re di yaneya Cîhad de dilîst, ji Welat TV re got ku lîstikvanên wek Heysem li Sûriyê kêm bûn û hemû pêkhateyên Qamişlo bi koçkirina wî xemgîm bûn.
*Koçkirina Heysem kiço
16ê Cotmeha 2002yan, otombîla yaneya Cîhad a topa pê li nêzîkî Dêra Zorê wergeriya, di encamê de stêrka yaneya Cîhad Heysem Kiço û ajokarê otombîlî canên xwe ji dest dan.
Kiço sala 1976an li bajarê Qamişlo ji dayik bû, sala 1990î tevlî yaneya Cîhad bû, piştre bû stêrka yaneyê û Sûriyê.