City û Fluminense bo yekem car digihin qonaxa dawiyê ya Cama Cîhanî ya Yaneyan
Welat TV - Hewlêr
Cama Cîhanî ya Yaneyan ya topa pê gihişt qonaxa dawiyê, li benda ragihandina palewanekî nû ye ku dê Camê hilde û şûna palewanê pêşbirka berê Real Madrid bigre.
Tîma Yaneya Fluminense (Birazîl) gihişt qonaxa dawiyê piştî ku tîma Yaneya AL Ahly (Misr) 2 - 0 têk bir, Mnchester City ya (Berîtaniya) jî gihişt qanaxa dawiyê piştî ku tîma Yaneya Urawa Red Diamonds (Japon) 3 - 0 têk bir.
Her du tîm bo cara yekem dighin vê qonaxê, yariya di navbera wan de jî, dê roja Înê 22ê Berçileya 2023yan, demjimêr 21:00 li yarîgeha "Elcohera Elmuşi`a" li Si`ûdiyê bi rêve diçe.