Bazara Cihûyan (Ezra) li Qamişlo
Welat TV - Hewlêr
Bazara Cihûyan (Ezra) ji kevintirîn bazarên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, her tişt lê tê dîtin.
Bajarê Qamişlo ku bi pêkhateyên xwe yên cuda rengîn e, û bazara Ezra yek ji nimûneyên rengînî û zengîniya bajêr e.
Ezra kesayetiya navdar li Qamişlo ku bazara Cihûyan bi navê wî tê naskirin, sala 1928an ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê hat Qamişlo û ev bazar ava kir.
Dukanên bazarê bi axê û daran hatibûn çêkirin, tê de kel û pelên malan, giyayê xwazayî û gelek pêdviyên jiyana rojane dihatin firotin.
Bi dehên salan e, bazara Ezra ya gelêrî hatiye avakirin û ta niha cihekî xwe yê taybet di nava xelkê bajêr de heye, ev bazar girêdayî resenî û bîranînên xelkê ye, taybetmedniyê wê tê parastin û ji nifşekî derbasî yê din dibe.
*Cihûyên Qamişlo
Cihû yek ji pêkhateyên Qamişlo bû, ku sala 1931ê hejmara Cihûyan li bajêr derdoras 3 hezarî bû.
Piştî şerê 1967an navbera Sûriyê û Misrê li aliyekî û Israîlê li aliyekî din, û serkeftina Israîlê di wî şerî de, Cihûyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rastî astengiyan ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hatin û sal li pey sal koç kirin.
Dawîn Cihû li bajarê Qamişlo bi navê Yazê Nahûm bû ku beriya derdora mehekê koça dawî kir.