Derwîş: Nakoniyên me ne li Enqereyê lê li Şamê tên çareserkirin
Welat TV - Hewlêr
Di hilbijartên serokatiya Emerîkayê de, carek din Donald Trump bi ser ket. Êdî ew hêdî hêdî karmendên rêveberiya xwe diyar û binav dike. Di heman demê de, dîsan mijara mayîn an vekişîna hêzên Emerîkî ji Rojavayê Kurdistanê ketiye rojevê. Tirkiyê jî, planên xwe yên êrîşkirina axa wî parçeyê Kurdistanê tîne ziman.
Gelo rewşa navçeyê ber bi kû ve diçe? Partiyên Kurd û opozîsyona Sûriyê niha di çi rewşê de ne. Rêveberê televîzyona Welat TV, Sebah Mîranî, di vê hevpeyvîna taybet de ligel Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriy (P.D.P.K.S) Selah Derwîş, van pirsan gotûbêj dike.
*Gelek çavdêr û aliyan bawer nedikirin ku Trump carek din bi ser bikeve. Gelo nerîna we li ser vê yekê çiye?
Bi nerîna min, serketina Trump tiştek normal bû, ji ber ku rêveberiya Biden tiştek cûda ji dem rêveberiya yekem a Trump zêdetir nekir.
Trump wê carek din li ser siyasetên xwe berdewam be. Divê em wê yekê jî bizanin ku Trump ne di nav dezgehên Emerîkî yêsiyasî û leşkerî de rabûye, lê tevî vê yekê beriya niha bi serket, vê carê jî wek encamekê ji siyasetên Biden ên qels û sist, miletê Emerîka dengê xwe da Trump. Ji aliyê din ve, di dîroka Amerîkayê de ti jin nebûye serok.
Trump gelek pere ji Emerîkayê re dan hev, niha jî dibêje ku ew dê gelek pereyan bide hev ji bo xizmet û xweşiya miletê Emerîkî. Trump gelek tiştên nêzîk ji hestên Emerîkiyan dibêje.
Komarîxwaz di siyaseta derve de ji Demokratîxwazan hişktir in, û bêhtir guh didênê. Ez dibêjim ku wê dîsan siyaseta xwe ya berê bi rê ve bibe.
*Wê bandora vê yekê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê çawa be?
Siyasetek Trump heye, ew jî dijayetiya Îranê ye. Ew dibîne ku Îran sedema hemû pirsgirêk û problemên li Rojhilata Navîn e, di Sûriyê, Libnan, Yemen û Iraqê de. Ew dê siyasetek dijwar li dijî Îranê bi rê ve bibe, ku dê bandora xwe li Sûriyê û Libnanê bike, niha jî bandora xwe li şer di navbera Hizbullah û Hemas û Îsraîlê de dike. Rolek mezin hatiye lîstin ku çawa ev grûpên îsalama-siyasî werin têkbirin. Ez dibêjim ku wê Trump di vê xetê de bimeşe û bixwaze vê yekê kûrtir bike heta ku bigihe armanca xwe.
*Di nerîna te de, wê Trump hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistane vekişîne?
Evy ek girêdayê berjewendiyên Emerîkayê ye. Ka dê Trump berjewendiyên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çawa bibîne? Dê berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re çawa bibîne. Trump serokê dewletek mezin e, û beriya her tiştî wê berjwendiya welatê xwe deyne ber çav.
*Lê egera vekişandinê heye?
Eger di berjewdniya Emerîkayê de be wê ev yek bibe. Ji ber ku ev şêwirmedn û endamên rêveberiyê yên hatine diyarkirin, ti carî li dijî berjwendiya Emerîkayê kar nekirine.
Hin navên ku hatine diyarîkirin dostên Kurdan e, çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li Başûrê Kurdistanê, gelo dê rola vê yekê çiqas hebe?
Ez dibêjim, dema ku em karibin hin berjwendiyên Emerîkayê li navçeya xwe biparêzin, dê Trump û taxmê xwe nêzîk me bibin. Ev jî bi rêya xûrtbûna me ye di parastina berjewendiyên Emerîka li navçeya me. Dem ku Trump bibîne ku Tirkiyê yan Îran berjewendiyên Emerîka bêhtir diparêz e, ew dê bibe hevalê wan. Nabe ku em bêjin ji ber ku em miletek bindest in, dê Trump alîkariya me bike. Trump ne xwedanê dezgehk xêrxwazî ye. Ew dibêje beriya her tiştê berjewendiya Emrîkayê.
*Di vê mijarê de, hûn wek partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, çi ji we tên xwestin?
Divê em li ser wê yekê rawestin bê ka Emerîka nû bi kû de here, dê siyaseta Emerîkayê çawa be. Divê em hemû bi hev re, ne teka tek, li ser yek masyê bicivin û bi hûrî vê yekê vekolin û hilsengînin, bi vê yekê em bêhtir zanibin ka dê siyaseta nû ya Emerîkayê bi cî rengî be. Em dê karibin jî xlekên xwe yên li Ewopa û Emerîkayê baştir tevbigerînin ka di nav dezgehên Ewropî û Emerîkî û navdewletî de çi çêdibe.
*Piştî hilbijartina Trump, Erdogan dîsan gefa êrîşan li Rojavayê Kurdistan dixwe, hûn van gefan çawa şîrove dikin?
Erdogan van gefan dixwe ji ber ku heta niha Beşar Esed razî nebûye ku ligel bicive. Ev gef bi wê wateyê tên ku Tirkiyê dikare carek din problem û pirsgirêkan çê bike, eger Esed ligel Erdogan necivie.
Ti hincet û behane ji van gefan re tune. Me wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê ti şaşîtî derheqê Tirkiyê de nekirine.
*Başe, bilindkirina wêne û alên girêdayî aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li Rojavaya Kurdistanê ne şaşîtiyeke?
Em wek Kurdên Sûriyê, wek partiyên Kurd li Sûriyê, ne bi wê yekê re ne ku em Tirkiyêk li xwe hêris û sor bikin. Em bi rengekî aştiyane bi mafên gelê Kurd re ne, çi li Bakurê Kurdistanê çi li Rojavayê Kurdistanê. Bilindkirina sloganên ne girêdayî me tiştek ne baş e, em mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd ê li Sûriyê re dixwazin. Ev yek jî em tenê ji (paytexta Sûriyê) Şamê dixwazin.
*Gelo Şam amade ye mafê Kurdan bide wan?
Mafê Kurdan di destûrê de tê xwestin, eger em bixwazin mafê Kurdan di destûrê de bê parastin, ev yek li Şamê tê kirin. Dema ku em dibêjin Şam, em behsa xelkê Sûriyê dikin, ne Beşar û ne kesek din ku dibe sibe li şûna wî be. Dibe ku sibe Emerîkî, Rûsî, Îranî û Tirkiyê ji navçeyê derkevin. Dîsa dimîne em û xlekên Sûriyê, em wek parçeyekî ji vî miletî, dive ev xelk me qebûl bikin di destûra vî welatî de.
Nakoniyên me ne bi Tirkiyê, Tehran û Bexdayê re, nakokiyên me bi Şamê re tên çareserkirin, ew jî bi rêya sloganên hişmenda, lojîk û rast tê çareserkirin.
Aliyên Ereb li Sûriyê jî dê me qebûl bikin, lê hin kar ji vê yekê re divê. Serokê berê yê partiya me, Hemîd Hecî Derwêş karekî gelek mez bi Ereban re kir, çawa pirsa Kurd bi wan bide qebûlkirin. Rejîmên ku Sûriyê birêve dibirin, yek li pey yek, Ereb û gelên din ên Sûriyê ji Kurdan tisrandine, ji wan re digotin ku Kurd cûdaxwazin û dixwazin welatê me parçe bikin. Ev nerîna han xistinê hişê gelek xelkê de, ji me tê xwestin ku em vê nerînê biguherin.
Dema me de nav opozîsyona Sûriyên kar dikir, nerîna gelek kesan hat guhertin. Nerîna xelkê bi wê yekê tê guhertin ka rastiya daxwazên gelê Kurd çiye. Dema rejîm dibêj Kurd cûdaxwazin, Ereb bi rengekî lê dinêrin, dema ku em dibêjin em daxwaza mafê xwe yê neteweyî dikin, Ereb bi rengekî din lê dinêrin. Ev erkê me ye, em çawa ji xelkê re şîrove bikin bê em çi dixwazin.
*Hûn wek Partiya Pêşvero çi dixwazin?
Me di kongreyê xwe yê 16an de, sloganek hilbijart ku nebe sedema nakokiyan, ew jî daxwaza mafên neteweyî yê rewa ji gelê Kurd li Sûriyê re. Ev maf jî ji mafên kultûrî û rêveberiyek xweser dest pê dikin. Tişta din jî wê dema danûstandinan were diyarkirin, dema ku em şiyana xwe û aliyên din ê li ser maseyê bizanin.
Em li ser gotineke sekreterê xwe yê berê dimeşin ku digot: ” du kes di bazarê de zirarê dikin, kesê ku gelekî dixwaze û kesê ku kêm dide, lê eger mirov darê xwe ji navê bigire dê bi ser keve.” Ma eger em bêjin em dewletê dixwazin, wê rejîm bêje na, fermo sîstemek federalî? Lewma em dibêjin divê daxwazên me maqûl bin.
*Eger em vegerin mijara gefên Tirkiyê, tu gefên Tirkiyê cidî dibîne?
Belê ez wan cidî dibînim, ji ber ku beriya niha Tirkiyê gef xwarine û piştir e pêkanîn e.
Dema vê dawiyê Erdogan û Behçelî hin daxuyaniyên pak dan, keyfa me hat. Eger heye ku çareseriyek ji pirsa Kurd li Tirkiyê bê dîtin.
Teqîna Enqereyê eger kî li pey be, divê Erdogan û Bahçelî zanibin, ku wan bi bi dehê salan xelk ji Kurdan tirsandine. Dema niha dibêje ku ew dê vê pirsê çareser bikin, wê bi hezaran kesên ku wa new perewerdekirin li dijî derkevin û hewl bidin ku têk bidin.
*Ev demek ku behsa egera çêbûna rûniştinekê di navbera Erdogan û Esed de tê kirin, dibe ku li Rûsiyayê be, lê vê dawiyê nûnerê Rûsiyayê li Sûriyê ragihand ku niha dem ji vê hevdîtinê re neguncaw e, hûn vê mijarê çawa dinerxênin?
Niha gelek guhertin li navçeyê çê dibin, şerê li Xezayê û li Libnanê sedemke, daxwaza Eerdogam ji Esed sedemek e. Erdogan dixwaze bi Esed re biciv e, bêyî ku behsa vekişana Tirkiyê ji Sûriyê bê kirin. Esed jî vê yekê qebûl nake, dibêje Tirkiyê dewletek dagîrker e, divê pêşî hêzên xwe vekişîne heta rûniştin çêbibe.
Di nerîna min de, niha rewşa navdewletî ne guncaw e ku ev rûniştin çê bibê, dibe ku mehek yan jî salek din car din rewşek guncaw were holê.
Herdu naxwazin bi hev re rûnin. Her du dixwazin ev rûniştin li gor şert û mercên wan çêbibe.
*Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixwazin bi Esed re rûnin û danûsatanidnan bikin?
Çareseriya pirsa me li Şamê ye, ne şert e bi Esed re be. Lê eger niha Esed ji vê çareseriyê re amade be, emê pê re rûnin. Lê eger em bi rengekî pêşwext bêjin em rûnanên, ev şaşîtiyek siyasî ye. Ege rem niha federaliyê bixwazin, wê Emerîka karibe ji me re misoger bike? Divê li Şamê ev yek bibe.
*Niha Şam di rewşek xirab de ye, Esed amade ye tiştekî bide Kurdan?
Li gor tişta ku heyî, niha Şam ne amade ye tiştekî bide Kurdan. Ez bawer nakim têkiliya Rûsiya bi vê yekê re hebe, lê dibe ku destê Îranê tê de hebe. Eger rejîm bixwaze aramiyek li Sûriyê çêbibe, divê pirsa Kurd çareser bike. Divê pirsgirêkên di nava Sûriyê bên çareserkirin, mîna pirsa Kurd, pirsa Aşûrî û pirsa aborî. Yan jî ti carî Sûriyê venegare aramiya berê.
*Ev demek e ku ti rûniştin di navbera partiyên Kurd de çênabin, hûn diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?
Hevdîtinên me bi xwe hene, ligel ENKSê û PYNKê, lê problem ew e ku PYNKê û ENKSê bi hev re nacivin. Bi rastî eger ev herdu alî necivin, dê tevgera Kurdî seqet bimîne. Eger rem bixwazin xizmeta doza xwe bikin, divê em hemû havkarê hev bin da herdu alî lihev bicivin û em jî di nav de.
*Gelo kî sedem e?
Her aliyek dibêje aliyê din berpirs e. Lewma divê çareserî ji herdu aliyan derkeve. Em jî dikarin rolekê di vê yekê de bibînin, lê şiyanên herdu aliyan hene ku lihevn bicivin û aliyên din jî tevlî civînê bikin.
*Lê gelo dibe ku aliyek ji wan bêhtir ji yê din berpirs be?
Em ne di nav herdu aliyan de ne. Dema em dipirsin, her aliyek sedeman dixe stûyê aliyê din. Di nerîna me de tişta ku herî zêde dibe sedem (li pêşiya hevdîtinê) sloganên negirêdayî Kurdên Sûriyê ne. Sloganên ku ji dervyî (Rojavayê Kurdistanê) tên dibin astengî, ne tenê ji çênebûna vê hevdîtinê di navera herdu aliyan de, lê nahêlin em hemû bigihêjin hev.
Hêviya me ew e ku em li xwe vegerin û bi hişmendî kar bikin da em li ser yek maseyê rûnin û em diyarbikin bê kîjan daxwaza Kurd niha girîng e û divê em li kîjan deryî bixin ji bo çareseriya doza Kurdî. Li ser vê bihgehê em dikarin lihevkirinekê pêk bînin.
*Hûn aliyen garantor (Emerîkî, Frensî û Brîtanî) nabînin wek berpirs?
Eger Emerîkî cidî ba û rastî xwestiba, dê karîbane herdu aliyan bighînin hev. Ji ber ku li Başûrê Kurdistan herdu aliyan dest û serê hev şikanîn û hevdu kuştin, lê dawiyê Amerîkayê ew gihandin hev, Mam Celal û Serok Mesûd dîtin ku ev berjwendiya Kurdan e û Emerîkiyan jî ev dixwest. Lewma eger Eemerîkî bixwazin dê vê yekê (li Rojavayê Kurdistanê) jî bikin, lê xuyaye di dema niha de ne gelekî ji wan girîng e.
*Nih partiya we parçe bûye, bûye du alî, gelo eger jihevnêzîkbûnêk di navbera we de heye?
Em dibînin partiya me yek e. Me bo heyama salekê kongreya xwe ji bo xatire wan paşxist, lê wan dîsan astengî derxistin. Dawî me kongreya xwe lidarxist, aliyê dî jî kongreyek ji xwe re çêkir. Me du salan danûstandin bi hev re kir lê em negihiştin ti encamê, û pareçebûn çêbû. Niha ti tevgerek berçav bo dubare hevgirtina herdu aliyan tune.
*Gelek caran hatiye gotin ku Dr. Selah Dwerîş dixwaze tevlî ENKS bibe, yan jî nerîna wan yek e, gelo rastiya vê yekê çi ye?
Ji xwe em ji damezrênerê ENKSê ne. Me ENKS avakir ji bo mafên gelê Kurd, me di nav rêzên wê de kar kir û em bi vê yekê serbilind bûn. Rewşek derket holê û partiya me biraiyara veqetandina ji ENKS pejirand, rast an şaş ne negirîng e ji ber ku biriyar hat dayîn. Niha danûsatinên me û ENKS bi hev re hene, di hin xalan de em ji hev nêzîk in, lê pirsa tevlîbûna me ji ENKSê re, ne di rojevê de ye. Daxwaza vê yekê ji me hatiye kirin, lê me hêj ti biriyar nedaye.
Nerîna me ew e ku rengekî nû çêbûba wê baştir ba. ENKS pêdaçûnek ji hin tiştê xwe re kiriba wê baş ba. Bo nimûne hin şaşitî û kêmasî çêbûn heta em ji nav (ENKS) derketin, eger ev kêmasî serrast bibin, dibe ku em vegerin. Piraniya van kêmasiyan jî rexistinî bûn. Ji aliyê siyasî ve, me bi ev re rêkeftinek bi hevpeymaniyê (opozîsona Sûriyê) re îmze kir, ew jî li gor nerîna me ya siyasî bû.
*Peywendiyên we bi PYD re çawa ne?
Peywendiyên me bi PYD re jî baş in, hin caran em hevdu rexne dikin, lê nakokiyên hişk di navbera me de tune. Em dujminahiya siyasî nakin. Aliyên din jî diujminatiya PYD nakin. Hemû dixwazin bigihêjin hev, lê li yekî digrein ku wan bigihîne hev. Kes tune ku niha yê din qebûl nake. Pêwendiyên me jî bi hemuyan re normal in, ji ber ku eger em bixwazin rojekê bi hev re kar bikin, heta bi wan aliyen ku siyaseta wan dûrî ya me, dive em hin derî vekirî bihêlin.
*Peywendiyên we bi Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê re çawa ne?
Peywendiyên me ji zû ve bi wan re tune. Lê pêwendiyên me bi opozîsyona li nava Sûriyê û hin kesên li derve jî hene.
Niha berê min li Mosko ye, da ez ligel Platforma Mosko (ya opozîsyona Sûriyê) re bicivin. Niha hveahengiyek di navbera Platfora Mosko û Platforma Qahîrê de heye, daxwaz ji me jî tê kirin ku em tevlî Platforma Mosko bibin. Lê em dibînin ku divê pêşî daxwazên me yên girêdayî doza Kurd, mîna danasîna mafên Kurdan di destûra Sûriyê de, divê ev zilm û neheqiyek derheqê Kurdan hatiye kirin, were çareserkirin.
*Peywendiyên we bi aliyên Kurdistanî re çawane? Bi taybetî li Herêma Kurdistanê.
Peywendiyên me bi PDK û YNK re xweş in, peywendiyên me bi komonîstan re xweşin. Li ser asta Îranê jî peywendiyên me bi Partî û Komele re xweşin. Peywendiyên me bi piraniya partiyên Kurdistana Tirkiyê re xweşin.
*Dawîgotin?
Hêviya me ew ku em Kurdên Sûri di demek nêzîk de bi hev re rûnin. Em karibin kurdayetiya xwe ya Sûrî şîrove bikin, em çawa dikarin wê biparêzin, em çawa karibin hin mafên xwe pêkbînin. Rengê mafê Kurd dê çawa li Sûriyê pêk were. Kî li pişta me be wê baş be. Em hemû xebatên xwe bikin da em hin rihetî têxin dilê miletê xwe, û em yek bin da dijberê me jê hisaban ji me bikin.