Qamişlo.. Nebûna aramiyê tevgera lêkirinê kêm kiriye
Welat TV - Hewlêr
Buhabûna kelûpelên avahiyê yên pêwîst, rewşa abûrî ya xerab û nebûna aramiyê tevgera lêkirinê li Rojavayê Kurdistanê bi rêjeyeke mezin kêm kiriye.
Welatiyên bajarê Qamişlo dibêjin ku ew ji ber nebûna karînan û metirsiyên êrîşên Turkiyê nikarin avahiyan lêbikin.
Tevgera kirîn û firotina malan jî kêm bûye, ev yek jî vedigere gelek sedeman weke rewşa abûrî ya xerab li deverê, kêmbûna dahatên çandiniyê, koçberiya ku ev demekezêde bûye û daketina nirxê Lîreya Sûrî hember Dolarê Emerîkî.
*60 hezar dolar
Li gorî kesên ku di kirîn û firotina malan de kar dikin, nirxê malan li Qamişlo di navbera 30 ta 60 hezar dolarî de ye (zêdetirî 450 - 900 milyon Lîreyên Sûrî).
Li ser vê mijarê Abûrînas Şukrî Yûsif ji Welat TV re got ku êrîşên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û buhabûna kelûpelên pêwîst ên avakirinê ji sedemên kêmbûna tevgera kirîn û firotanê ne.
Kêmbûna tevgera lêkirin û kirîn û firotina malan li Rojavayê Kurdistanê bi nerênî bandor li rewşa abûrî kiriye.