Qeter.. Dibistana Pilingên Taykwando ya Navdewletî 3 xelat bi dest xistin

Welat TV - Hewlêr

Tîma Dibistana Pilingên Taykwando ya Navdewletî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirka Qeter a Taykwando ya Navdewletî bû û çend xelat bi dest xistin.

Di pêşbirkê de, her yek ji lîstikvanên Dibistana Pilingên Taykwando Rojda Ibrahîm pileya sêyem bi dest xist, Behir Ebas pileya pêncem û Fatima Qasim jî pileya pêncem bi dest xist.

Pêşbirka Qeter a Navdewletî yek ji mezintirîn pêşbirkên Taykwando ye li ser asta cîhanê, tê de 1300 lîstikvan ji 4o welatî beşdar bûn.

Di Sibatê de jî, Tîma Dibistana Pilingên Taykwando beşdarî pêşbirka pêlewaniya Ereban ya çarem li bajarê Elficêra li Imaratê bû û hejmarek xelat bi dest xistin.

Dibistana Pilingên Taykwando ya Navdewletî sala 2009an li bajarê Hesekê hate damezirandin û derdora 50 xelatên navdewletî bi dest xistine.