Zêdetirî 2500 karmendên tendirustiyê ji Sûriyê derketine

Zêdetirî 2500 karmendên tendirustiyê ji Sûriyê derketine

Welat TV - Hewlêr

Zêdetirî 2500 karmendên tendirustiyê di heyama 6 mehan de ji Sûriyê derketine.

Alîkara Wezîrê Tendirustiyê yê Rêjîmê ji bo karûbarên dermansazî û endezyariya pizîşkî Dr. Rezan Selûta got ku di nîvê yekem ê sala 2024an de, 2553 karmendên tendirustiyê ji Sûriyê derketine.

Selûta diyar kir ku rewşa abûrî ya xerab sedema koçberiya karmendên tendirustiyê ye û ev yek bi nerênî bandorê li karta tndirustiyê dike.

Dr. Rezan Selûta amaje kir ku di dema niha de, tu çareserî ji koçberiya karmendên tendirustiyê re tune ye, ji ber ku ev diyarde girêdayî rewşa abûrî ye.