Ji ber kêmbûna elekitrîkê.. Kirîna Sofacan lê Rojavayê Kurdistanê kêm bûye

Welat TV – Hewlêr

Alavên germkirinê yên ku bi rêya elekitrîkê kar dikin (Sofac) berê şûngirê herî baş bûn ji Sobeyan re li Rojavayê Kurdistanê, lê niha xelk nikare wan zû bi zû bi kar bînin.

Pêwîstiya Sofacan bi elekitrîkeke zêde heye, lê ji ber rewşên abûrî yên xerab elekitrîk bi zehmetî peyda dibe.

Piraniya xelkê herî zêde 4 ampêrên dikşînin, lê herî kêm divê 7 an 8 ampêr hebin da ku Sofac kar bikin.

*Kirîna Sofacan kêm bûye

10% ji xelkên Qamişlo Sofacan bi kar tînin, ew jî kesên ku rewşa wan a madî baş e û hejmarek zêde ji ampêran kişandine.

Di dema niha de, Sofac bi dolar tên firotin, ev yek jî bûye sedema kêmbûna firotina wan li bazaran.

Zêdeyî salekê ye, elktrîka sereke li ser bajarê Qamişlo qut bûye, xelk jî neçar mane ampêran bi nirxekî giran bi dest bixin û ji gelek alavên ku li ser elekitrîkê kar dikin bêpar mane.