Ji ber bilindbûna nirxan.. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin sobeyên kevin
Welat TV - Hewlêr
Rêjeya çakirina sobeyên kevin li Rojavayê Kurdistanê îsal zêde bûye.
Ji ber nirxê sobeyên nû yên giran li bazarên Rojavayê Kurdistanê, piraniya xelkê li sobeyên xwe yên kevin vedigerin.
Memdûh Ibrahîm yê 55 salî ji bajarê Qamişlo, ev nêzîkê 7 salan e, karê çakirina sobeyan dike, rojane ji 5 heta 7 soban çak dike.
*Metirsî hene
Parçeyên pêwîst ji bo karê wî ji parêzgehên Sûrî mina Hims û Şamê tên, lê kiwalîtiyan wan ne baş e, ji ber vê yekê metirsiya teqîna wan heye.
Bilindbûna nirxan bûye li Rojavayê Kurdistanê bûye rojev, ne bi tenê nirxê sobeyan giran e, lê nirxên hemû kelûpelên pêwîst ji bo werzê Zivistanê giran in.