Keçek ji Rojavayê Kurdistanê tevlî tîma Sûriyê dibe
Welat TV - Hewlêr
Keçek Kurd ji Rojavayê Kurdistanê tevlî tîma Sûriyê ya fûtbolê dibe, û dê beşdariyê di Pêşbirka Rojavayê Asyayê ya Jinan bike.
Îro, Sêşem 27ê Mijdarê, şandeya tîma Sûriyê ya jinan ber bi Urdinê ve bi rê ket, da beşdarî Pêşbirka Rojavayê Asyayê ya Jinan bibe, ku biriyar e sibe, Pêncşemê, dest pê bike û heta 6 Çileya pêşîn berdewam dike.
Stêrka fûtbolê Xunaf Hisên, ku di nav rêzên yaneya Hîlal a Qamişloyê de dilîze, di nav tîma Sûriyê de ye, ku dê roja Şemiyê pêşberî tîma Libnanê bibe. Herweha dê hin kadirên îdarî û lîstikvanên din jî ji yaneya Hîlal tevlî şandeya tîma Sûriyê bibin. Xunaf beriya niha jî di nav rêzên yaneya Amûdê de dilîst.
Pêşbirka Rojavayê Asyayê ya Jinan, pêşbirkek taybet ji fûtbola jinan û ji aliyê Yekîtiya Fûtbolê ya Rojavayê Asyayê ji sala 2005an ve tê rêxistin.